- Nubihar Akademi
- Vol: 4 Issue: 11
- "Berhemeke bênav a Mela Mistefa: "Rahênanên Zimanê Kurdî" yan jî "Exercices Dela...
"Berhemeke bênav a Mela Mistefa: "Rahênanên Zimanê Kurdî" yan jî "Exercices Dela Langue Kurde"
Authors : Tahirhan Aydin
Pages : 145-157
View : 7 | Download : 2
Publication Date : 2019-12-30
Article Type : Research
Abstract :KURTE "Berhemeke bênav a Mela Mistefa: "Rahênanên Zimanê Kurdî” yan jî "Exercices Dela Langue Kurde ”. Ev xebat, danasîna destxetekê dike. Berhem derheqê hîndekarîya kurmancî da ye û di koleksiyona Aleksandre Jaba da cih digire. Nivîskar navek li berhema xwe nedaye, herwiha navê xwe jî li ser berhemê ne nivîsîye. Lê Jaba, li ser berga berhemê bi frensî " Exercices Dela Langue Kurde ” nivîsîye ku ev nav bi wateya "Rahênanên Zimanê Kurdî” ye û naveroka berhemê zelal dike. Loma me jî ji bo danasîna berhemê ev nav guncav dît. Derheqê berhemê da agahîyeke din jî ev e ku Jaba bixwe navê nivîskar li ser bergê wek Mella Moustapha nivîsîye. Ev destxet, ji bo hînkirina zaravayeke kurdî, kurmancî ye. Sala 1860î li Erzurûmê hatiye amadekirin. Ji teqdîma nêzî 800 hevokên kurt pêk tê. Lê belê berhem ne tenê ji hevokên ku Mela Mistefa amade kirine, pêk tê. Jaba pêşî van hevokan yekûyek latînîze kiriye paşê jî frensîya hevokan nivîsîye. Berhem li Pirtûkxaneya Akademîya Zanistan a Rûsyayê ( The Library of the Russian Academy of Sciences) di nav koleksîyona Aleksandre Jaba da ye. Nusxeyeke din a berhemê tuneye. Berhem li ser defterekê hatiye nivîsîn û ji alîyê fîzîkî ve baş dixuye. Berhem ji 51 wereqan (101 rûpel) pêk hatiye. Her rûpel ji 3 sitûn û 8 rêzan pêk tê. Di destxetê da tenê hevokên hêsan, basît û kurt hatine pêşkêşkirin. Bi giştî hevokên navdêrî û yên lêkerî ne. Exleb hem erênî hem jî nerênîya hevokan li pey hev hatine rêzkirin. Ango hevokên hevedûdanî, kompleks û yên pêgirtî tunene. Digel ku berhem rasterast li ser rêzimanê ne sekinîye jî, mirov dikare berhemê ji alîyê navdêr, lêker, hemwate, dijwate, zayend, cînav, rengdêr, ravek, dem, daçek, gihanek, xalbendî, alfabe, dengnasî, peyvsazî, hevoksazî û hwd. binirxîne.Keywords : , Rahênanên Zimanê Kurdî, Exercices Dela Langue Kurde