- Nubihar Akademi
- Vol: 4 Issue: 13
- Li Gorî Çar Epîzotan Berawirdkirina Çar Varyantên Destana Zembîlfiroş
Li Gorî Çar Epîzotan Berawirdkirina Çar Varyantên Destana Zembîlfiroş
Authors : Leyla Kaplan
Pages : 33-53
View : 13 | Download : 8
Publication Date : 2020-06-30
Article Type : Research
Abstract :Di nav xebatên kurdî de her çiqas li ser Destana Zembîlfiroş gelek xebat hatibin kirin jî li ser epîzotên destanê zêde nehatiye sekinandin û di vê mijarê de valahiyek heye. Di vê xebatê de me xwest ku ev valahî bê tijîkirin û Destana Zembîlfiroş ji aliyê epîzotan ve bê nirxandin. Bi rêya vê xebatê çar epîzotên di Destana Zembîlfiroşê de li gorî çar vanyantên destanê hatine berawirdkirin. Epîzotên hatine hilbijartin: mekan û statuya civakî ya lehengan, hevdîtina ewil a lehengan, gihiştina lehengan û mirina wan. Varyant ji van pirtûkan hatine hilbijartin: Feqiyê Teyran ya Xalid Sadinî, Zargotina Kurda I ya Ordîxanê Celîl û Celîlê Celîl, Zembîlfiroşa A. Gernas û Folklora Kurmanca ya Heciyê Cindî û Emînê Evdal. Di van her çar varyantan de wek epîzoteke hevpar dikare bê gotin ku Xatûn bi tu awayî nagêhije armanca xwe; lê li aliyê din navên Zembîlfiroş û Xatûnê, mîrzadebûna Zembîlfiroşî, mirina lehengan bi rengên ciyawaz xuya dikin.Keywords : Destan, Destana Zembîlfiroş, Epizot, Çar, Varyant