Mulemme‘ û di Edebîyata Kurdî ya Klasîk de Şêweyên Mulemme‘ê
Authors : M. Zana Karak, Seher Bişaroğlu
Pages : 51-79
View : 17 | Download : 10
Publication Date : 2020-06-30
Article Type : Research
Abstract :Di edebîyata klasîk a rojhilatî de mulemme‘ xwedî dîrokeke kevin e û nimûneyên wê yên ewil di sedsala 10em de tên xuyakirin. Helbestên bi terza mulemme‘ê di edebîyata Erebî, Farisî û Tirkî de gelek hatine nivîsîn. Kurd jî yek ji gelên Rojhilatî ne û di edebîyata Kurdî ya klasîk de jî mulemme‘ cihekî girîng digire. Li gorî agahîyên ber dest di edebîyata Kurdî de jî ji sedsala 16em heta roja me mulemme‘ên tam hatine nivîsîn. Dîsa li gorî agahîyên li ber dest yekem mulemme‘a tam a Kurdî ji alîyê Hemîdî ve hatiye nivîsîn û piştî wî gelek şairên Kurd bi şêweyên cur bi cur helbestên mulemme‘ nivîsîne. Di vê xebatê de di edebîyata Îslamî de ango di edebîyatên zimanên cîran (Erebî, Farisî û Tirkî) de derbarê dîroka mulemme‘ê de agahî hatin dayîn û ji edebîyatên cîranan hin nimûne hatin pêşkêşkirin. Di serî de li ser pênaseya mulemme‘ê û paşê derbarê dîroka wê de agahî hatin dayîn. Çarçoveya mulemme‘ê tam û noqsan û sînorê mulemme‘ê yê bi telmî‘ê re ji nû ve hat nirxandin. Derbarê tesnîfa mulemme‘ê û şêweyên wê yên di edebîyata Kurdî de bi berfirehî agahî hatin dayîn. Di edebîyata Kurdî de li gorî mînak û daneyên ber dest ji alîyê avakirinê ve analîzek li ser mulemme‘an hate kirin. Herweha mînakên şêweyên mulemme‘an jî hatin tesbîtkirin û ev tesbît û tesnîfa wan jî hatin pêşkêşkirin.Keywords : Mulemme‘, pênase, tesnîf, şêwe, Edebîyata Kurdî ya Klasîk