- Nubihar Akademi
- Vol: 4 Issue: 13
- Di Ronî Mîna Evînê Tarî Mîna Mirinê, Ez ê yekî bikujim û Lehiyê de Tezahurên Biyanîbûnê...
Di Ronî Mîna Evînê Tarî Mîna Mirinê, Ez ê yekî bikujim û Lehiyê de Tezahurên Biyanîbûnê
Authors : Mehmet Emin Purçak
Pages : 11-32
View : 20 | Download : 10
Publication Date : 2020-06-30
Article Type : Research
Abstract :Mehmed Uzun û Firat Cewerî di romannûsiya Kurdî de xwedî kedeke mezin in. Mehmed Uzun heta mirina xwe heft roman nivîsîne. Firat Cewerî jî heta niha bi çar romanên xwe di dîroka romana Kurdî de cîhê xwe girtiye. Her du nivîskar jî ji pêvajoyên manend re derbas bûne û bandora vê jî di romanên wan de dixwûyên. Em di romanên Ronî Mîna Evînê Tarî Mîna Mirinê, Ez ê Yekî Bikujim û Lehîyê de serlehengên xwedî hişmendiya netewî dibînin.Lehengên van romanan, ji welatê xwe, ji bajarên xwe, ji ziman û çanda xwe hez dikin. Van lehengan di xortaniya xwe de di nava xebatên polîtîk de cîh girtine û ji bo tekoşînê berxwe dane. Ji aliyê derûnî û fîzîkî ve pir baş û xweş in. Di van romanan de em dibînin ku ew lehengên xwedî kesayetek polîtik, di nava salan de fikrên xwe yên polîtîk û îdeolojîk diguherînin, ji welatê xwe, çand û axa xwe dûr dikevin. Naxwazin li wî welatî, li ser wê axê, di nava wan mirovan de bijîn. Ji ber vê jî dixwazin ji civaka xwe dûr bikevin. Di vê navberê de derûniya wan jî têk diçe. Ango di van romanan de hêmanên bîyanîbûneke polîtîk, psîkolojîk û mekanî derdikevin pêş û em jî dixwazin ji van aliyan ve romanan tehlîl bikin.Keywords : Mehmed Uzun, Mehmed Uzun, Firat Cewerî, Firat Cewerî, biyanîbûn, mekan, psîkolojî