Mela Mehmûdê Bazîdî & Aleksandre Auguste Jaba û Mîrasa Wan
Authors : Sinan Çakar
Pages : 113-120
Doi:10.55118/kurdiyat.1495360
View : 86 | Download : 53
Publication Date : 2024-06-29
Article Type : Other
Abstract :Enstîtûya Zimanên Jîndar a Zanîngeha Van Yüzüncü Yılê di sala 2012an de hatîye damezrandin û di sala 2013an dest bi karûbarên xwe kirîye. Hetanî niha gelek xwendekaran ji vê enstîtûyê pîleya masterê wergirtine û jê derçûne. Di enstîtûyê de ji bilî karûbarên perwerdehîyê gelek xebat û organîzasyonên akademîk jî tên lidarxistin. Yek ji van xebatan jî sempozyûmên navnetewî ne. Ev çend salên dawîyê ye her sal sempozyûmek tê lidarxistin. Îsal jî weke van rêze sempozyûman, sempozyûmek din bi temaya “V. Sempozyûma Kurdîyatê Mela Mehmûdê Bazîdî & Aleksandre Auguste Jaba û Mîrasa Wan” hate lidarxistin. Sempozyûm di rojên 30-31 Gulana 2024an hate lidarxistin. Ji bilî zanîngehên Tirkîyê ji zanîngehên derve jî lêkoler û akademîsyenan eleqeyekî mezin nîşan dan û beşdar bûn. Di sempozyûmê de herwiha mijarên cuda cuda hatine pêşkêşkirin. Ev nivîs amajê pê dike ku vê sempozyûmê binirxîne.Keywords : Kurdiyat, Kurdiyat Sempozyumu, Mela Mehmûdê Bazîdî, Aleksandre Auguste Jaba, Jaba’nın Kürtçe Elyazmalar Koleksiyonu