Rêzimana Zazakî ya Devoka Gimgimê
Authors : Pınar Yildiz
Pages : 147-151
View : 61 | Download : 64
Publication Date : 2023-12-20
Article Type : Other
Abstract :Xebatên ku li ser devokên zazakî hatine kirin pir hindik in û tarîxa wan lêkolînan jî pir kevn nîne. Di esasê xwe de ji hev cudakirina gramernivîsîna zazakî û xebatên devokî gelekî zehmet e. Gramernûsên wek Malmîsanij (2015) û Munzur Çem (2003) di gramerên xwe da li ser taybetmendiyên gelek devokên cuda sekinîne û ji van devokan nimûne pêşkêş kirine. Lê wextê ku em li gramerên zazakî dinêrin hema hema her nivîskar gramera xwe bêtir li gor qayîdeyên devoka xwe nivîsîye. Nivîskarên bîyanî jî bêtir devera ku çûne û lê xebitîne, ji xwe re kirine bingeh. Bo nimûne Terry Todd kitêba xwe wek "A Grammar of Dimili Also Know Zaza” (1985) bi nav kiriye lê wextê ku mirov li naveroka gramerê dinêre dibine ku ev tenê devoka Çêrmûgê ye, yanî bi giştî gramera zazakî nîne. Dîsa teza doktorayê ya Ludwig Paul a bi navê "Zazaki Grammatik und Versuch einer Dialektologie” (1998) bêtir nimûneyan dihewîne. Dîsa gramernûsên wek Hacî Ozkal (2019) û Serkan Oğur (2014) gramerên xwe wek gramerên zazakî bi nav bikin jî naveroka wan devokî ye. Li gor nêrîna me di zazakî de xebatên devokî gelek muhîm in û ev xebat wek xebatên devoki bên pênasekirin ji bo vî biwarî bêtir baş be. Bi xêra van xebatan bes em dikarin her yek devokên zazakî nas bikin. Pirtûka İbrahim Bingöl a bi navê "Rêzimana Zazakî ya Devoka Gimgimê” jî yek ji wan xebatan e ku li ser devoka Gimgimê xebitiye û bi gelek nimûneyan xwestiye ku taybetmendiyên sereke yên vê devokê derxîne. Lewma di vê nivîsarê de em ê li ser pirtûka Bingöl rawestin û krîtîka wê bikin.Keywords : Zazaca, Kırmançça, Dimilîce, Varto Zazacasının Grameri, Gımgım, Varto