Bandora Şaxa Terîqeta Qadirî-Xalisî li Anatolyayê
Authors : Veysel Başçi
Pages : 31-50
Doi:10.55118/kurdiyat.1350471
View : 95 | Download : 88
Publication Date : 2023-12-20
Article Type : Research
Abstract :Terîqeta Qadirî ku yek ji du terîqetên mezin ên cîhana Îslamê ye û di nav kurdan de jî bi heman rengî belav bûye. Di serdema yekem de hebûna sofiyên kurd ên wekî Ebu’l-Hesen Elî b. Muhemed el-Qureyşî yê Hekkarî ku di silsileya Qadiriyan de cih girtiye, herwiha hebûna xizm û eqrebayên Şêx Evdilqadirê Geylanî û nevî û naskiren nêzîkî wî, di cih û warên kurdan de heta pênc nifşan berdewam kiriye; ev tişt bûne sedem ku ev terîqet bi lezûbez pêş bikeve û di nav kurdan de wesayet û têkiliyên xizimtiyê bi dest bixe. Di dîrokê de çend şaxên giring ên vê terîqetê di cih û warên kurdan de derketine ku yek ji wan şaxên giring jî şaxa Xalisî ye. Şêx Ziyaûdîn Evdirehman Xalis Telebanî, şaxa Xalisiye di sedsala XIX-an de damezirandiye. Ev şaxa terîqetê ku ji Misirê heta Sûriyê, ji Îranê heta Kavkasyayê li erdnîgariyeke berfireh belav bûbû, bi saya xelîfeyên ku Şêx Evdirehman Xalis li hin herêmên Anatolyayê destnîşan kiribû, bandora xwe hîn zêdetir kir. Xelîfeyên Şêx Evdirehman Xalis ên wekî Mûr Elî Baba, ‘Umer Xudayî Baba, Dede Osman ‘Ewnî Baba ku li parêzgehên wekî Sêwas, Amasya, Toqat, Elezîz û Rihayê cih bûbûn, bûn sedema belavbûna vê terîqetê li Anatolyayê. Di çavkaniyên dîrokî yên Osmaniyan de gelek caran behsa bandora malbata şêxen Telebaniyan hatiye kirin. Hin kesayetên giring ên burokrasiyê, wekî Mustefa Saffet (Yetkin) Efendî, ku di serdema Siltan Evdilhemîd de serokê Meclîsa Meşayîxê û paşê jî bûbû wekîlê Rihayê û di komîteya îdarî ya Cemîyeta Sofîyê de cih girtibû, bûn xelîfe û nûnerê Şêx Elî Telebanî yê kûrê Şêx Evdirehman Xalis, li Anatolyayê. Bandora malbata şêxên Telebanî/Xalisî di Tirkiyeya nû de jî demeke dirêj li gelek bajaran bi taybetî li Stenbol, Îzmîr, Bursa, Elezîz, Erzirom û Trabzonê berdewam kir. Ev bandor bi saya Mustefa Xeyrî Baba yê Meletî, Şêx Mustefayê Sêwasî, Şêx Keremê Ercîşî, Şêx Mistefayê Qersî, Şêx Evdillahê Trabzonî demeke dirêj li Tirkiyeyê berdewam kiriye û heta niha jî didome. Çavkaniyên dîrokî yên Osmanî û Tirkiyeyê yên îroyîn gelek caran behsa bandora malbata şêxên malbata Telebaniyan kirine. Dikare bê gotin ku di sedsala XIX-an de piştî Şêx Xalidê Şehrezorî û Xalidîtî, tesewifa kurdî ya ku herî zêde bandora xwe li Anatolyaya û Tirkiyeya nû kiriye, terîqeta Xalisîyeyê ye ku ji aliyê Şêx Evdirehman Xalis Telebanî ve hatiye damezrandin. Lewma di vê lêkolînê de pêşî bandora siyasî-civakî ya şaxa terîqeta Qadirî-Xalisî ku yek ji şaxên terîqeta herî giring e û di valahiya siyasî û civakî ya ji holêrabûna mîrektiyên kurdan de derketiye pêş, dê bê vegotin. Piştre, ji parêzgeha bajarên wekî Mûsil, Kerkûk û Silêmanî de derbas dibe û li ser têgihiştina tesewifî ya li Anatolyayê de kiriye, dê bê nirxandin. Herwiha behsa hin xelîfe û nûnerên vê şaxa terîqetê jî dê bê kirin.Keywords : Tasavvuf, Tarikat, Kadirî, Hâlisî, Anadolu