"Jiyana Pîroz" a Mela ‘Eladînê Kopî: Siyereke Menzûm di Edebiyata Kurdî de
Authors : Halit Ertaş
Pages : 9-26
View : 116 | Download : 74
Publication Date : 2023-06-20
Article Type : Research Article
Abstract :Siyer ew cure zanist e ku jiyana Hz. Pêxemberî ji xwe re dike babet. Bi gotineke dî ji wan berheman re siyer tê gotin yên ku jiyannameya Pêxemberî bo xwe dikin mijara sereke. Bi rengekî siruştî cara pêşîn di edebiyata erebî de derketiye meydanê. Her li dû vê yekê, di edebiyata miletên musulman de reng vedaye. Her wekî erebî û farisî û tirkî, di nav edebiyata kurdan de jî derketiye meydanê û bi zaravayên kurdî gelek nimûneyên wê çêbûne. Mijara vê gotarê jî siyera menzûm a Mela ‘Eladînê Kopî ye. Mela ‘Eladîn di vî biwarî de berhemeke menzûm nivîsiye û navê wê jî daniye Jiyana Pîroz. Amanca me di vê gotarê de nasandin û lêhûrbûna vê siyera menzûm e ji layenê naverok û şêweyê ve. Her weha bi xêra vê xebatê di edebiyata kurdî ya klasîk de berhemeke nû di lîteraturê de zêde dibe. Di encama vê xebatê de hate dîtin ku Jiyana Pîroz siyereke menzûm e, taybetiyên xweser di xwe de dihewîne, ji layenê teşeyê ve di forma mesnewiyê de hatiye nivîsîn, ji layenê zimên ve rewan û zelal e; her weha ji layenê naverokê ve jî tenê serdema Mekkeyê ji xwe re kiriye babet.Keywords : Klasik Kürt Edebiyatı, Hz. Peygamberin hayatı, Kürtçe siyerler, Molla Alaeddin Kopî, Jiyana Pîroz