Hêmaya Dîrokê di Helbesta Tîrêj de
Authors : Nurettin Ertekin
Pages : 27-43
View : 68 | Download : 54
Publication Date : 2023-06-20
Article Type : Research Article
Abstract :Wêje, rewişt, sinc, wicdan û hizra hevpar ya civakê bi hêza hunerê derdixe holê. Dîrok, rabirdû û serpêhatiyên civakê tîne ziman. Bi sedema her du zanist bi civakê re têkildar in, bivê nevê têkiliyek bi hev re ava kirine. Edebiyat û bi taybetî jî helbest ji bo zindî hiştina hafizeya dîrokî û civakî weke amûrek hatiye bikaranîn. Tîrêj, yek ji wan helbestvanan e ku di helbestên xwe de giringî daye dîrokê. Di vê xebatê de em ê li ser têkilîya di navbera helbest û dîrokê de rawestin û di helbestên Tîrêj de rengvedana dîrokê vekolînin. Di encamê de em ê bibînin ku Tîrêj bi helbestên mijardîrok bi teswîra rûdanên dîrokî bi serpêhatî û maddeya tarîxê xwestîye dîrokê ragihîne.Keywords : Kürt Edebiyatı, Tîrêj, Şiir, Tarih, Şiir ve tarih ilişkisi