Nasandina Pirtûka "Meryemnîgarê"
Authors : Mustafa Zengin
Pages : 267-271
View : 17 | Download : 8
Publication Date : 2023-01-25
Article Type : Other
Abstract :Li gor Pêşgotina pirtûka Meryemnîgarê, ev berhem yek ji berhemên xebata perwerdeya folklorê ya sala 2017an e. Ev perwerde ji alîyê Weqfa Mezopotamyayê ve hatîye lidarxistin û di encama wê perwerdeyê da jî 10 berhemên folklorê gihîştine ber destê Weqfê. Pirtûka Meryemnîgarê jî yek ji wan berheman e ku di sala 2019an da bi edîtorîya Bahoz Baranî hatîye çapkirin. Çîrok û xebroşkên di pirtûkê da ji alîyê Evîndar Şevînê ve li herêma Mêrdînê li Qosarê hatine berhevkirin. Şîndar di sala 1986an da li navçeya Çinarê ya Amedê hatîye dinyayê. Li Zanîngeha Enqereyê beşa civaknasîyê xwendîye û endamê lijneya kovara "Folklora Me”yê ye. Pirtûka Meryemnîgarê ji du beşan pêk tê. Di beşa yekem da, yazdeh çîrok, di beşa duyem da jî heşt çîrok hene. Çîroka Meryemnîgarê ya ku navê xwe daye pirtûkê, bi du varyantên hindik ji hev cuda di beşa yekem da cih digire. Herweha çîroka bi navê "Emo û Tisê”yê jî bi du varyantên xwe di pirtûkê da cih digire.Keywords : Meryemnîgarê, Folklor, Folklora Kurdî, Weqfa Mezopotamyayê