Hêmayên Homoseksuel û Karakterên Queer di Destana Memê Alanî da
Authors : Aram Roder
Pages : 61-88
View : 14 | Download : 8
Publication Date : 2020-10-31
Article Type : Research
Abstract :Cureyên edebîyata gelêrî ku bi devkî di nav gel da belav bûne, di nav xwe da gelek caran nirxên civakî û çandî dihewînin û herweha çawanîya civakî jî nîşanî me didin. Li gorî konteksta civakî ya serdest ku tê da hatine afirandin û vegotin jî hêmayên nexwestî bi awayekî veşartî di nav wan da cih digirin ku yek ji wan jî homoseksuelî ye. Di hûnana destanan da fikrên hetero-patrîarkî ku bi rêya dîyalekt/dualîzmê îqtidara xwe li ser yên din, di bin sîwana nirxên çandî-civakî û dînî da dimeşîne, dihêne pîrozkirin û bi vî awayî hestên homoerotîk di bin nirxên çandê da didin veşartin. Ji ber vê yekê vegotin li gor îqtidar û hestên heteroseksuel teşe digire. Lê dîsa jî ev hestên homoerotîk bi rêya hin karakter û hin tevgeran dikare bihê dîtin. Di vê çarçoveyê da jî ev xebata berdest analîza destana Memê Alan li gor teorîya Queerê dide ber xwe. Memê Alan destaneka kurdî ye û di nav kurdan da jî gelekî berbelav û navdar e. Di vê xebatê da ev destan bi têgihên teorîya navborî wekî zayend, zayenda civakî, nasname, ziman, çand, mirin, arezû, hez û hes hatîye analîzkirin. Di nav vê destanê da hinek hêmayên veşartî yên homoseksuelî û karakterên queer dikarin bihên dîtin.Keywords : memê alan, pîrevînî, queer, zayend, zayenda civakî, ziman