Şerha Tesewifî ya Qesîdeya "Bangê Weys" a Kerbelayî
Authors : Veysel Başçi, Yakup Aykaç
Pages : 537-562
Doi:10.26791/sarkiat.1113022
View : 15 | Download : 4
Publication Date : 2022-08-31
Article Type : Research
Abstract :Wisa tê bawerkirin ku ji nifşa tabi‘în Weys el-Qerenî bi rêya xewn û rêyên menewî ji aliyê Hz. Pêxember ve hatiye îrşadkirin. Ji ber vê baweriyê, di tesewifê de kesekî bêyî ku murşîdekî bibîne, bi rêya xewn yan jî bi rêyên menewî întisabê wî murşîdî bike hingê jê re Uweysî, ji wê rêya girêdana tesewifî re jî Uweysîtî hatiye gotin. Gelek şêxên navdar di dîroka tesewifê de bi navê Uweysî hatine naskirin. Yek ji van şêxên ku bi nasnavê Uweysî hatiye naskirin, avakerê terîqeta Neqşîbendî, Şêx Muhemed Behauddînê Şahê Neqşîbend e. Wî întisabê rûhaniyeta Şêx ‘Evdilxaliqê Xucdewanî kiriye û navlêka Uweysî girtiye ku di terîqeta Neqşîbendî de ev nasnav gelek girîng e. Ji berê ve gelek şairên ehlê tesewifê di qesîde û medhiyeyên xwe de bi unwana Uweysî pesnê Şahê Neqşîbend daye. Yek ji wan şairan jî Şêx Muhemedê Axtepî ye ku bêtir bi mexlesa xwe ya Kerbelaî hatiye nasîn. Kerbelaî yek ji endamê malbata Axtepiyan e ku ew malbat daye pey rêka Mewlana Xalidê Şarezorî û di nav terîqeta Neqşî-Xalidî de cih girtiye. Qesîdeya Kerbelaî ya ku bi redîfa "Bange Weys” hatiye nivîsîn ji hivdeh beytan pêk hatiye û dikare bê gotin, ew yek ji wan qesîdeyên girîng e ku kûrahiya şair di edebiyata tesewufî de nîşan dide. Şair di vê qesîdeya xwe ya farisî de redîfa "Bange Weys” wek metafor û mecazeke guhêrbar bi kar aniye. "Bange Weys” di wateya peyam û mîsyona Weys de ye ku şair ev metafor carna bi wateya heqîqî di şûna Weys el-Qerenî de xebitandiye û carna jî bi behskirina sifet û taybetiyên Şahê Neqşîbend îşaretî peyama wî ya gerdûnî kiriye. Şair ev metafor di çarçoveya edebiyata tesewifî de bi alîkariya îstîare, mecaz û kînayeyan di gelek wateyan de bi kar aniye. Me di vê nivîsarê de hewl da ku qesîdeya navborî digel taybetiyên wê yên edebî, li dor tesewifê şîrove û rave bikin.Keywords : Tesewif, Weys el-Qerenî, Qeside, Bangê Weys