ZAYENDA CIVAKÎ Û ÎMAJA JINA BAŞ-NEBAŞ DI GOTINÊN PÊŞIYAN YÊN KURDAN DE
Authors : Tekin Çifçi
Pages : 884-901
Doi:10.26791/sarkiat.935312
View : 7 | Download : 3
Publication Date : 2021-08-30
Article Type : Research
Abstract :Gotinên pêşiyan, wekî gotinên watedar, qalibgirtî, kurt û bi huner in ku ji cerebe, pêşdaraz û baweriyên batil ên civakan destnîşan didin têne penasekirin. Di nav hemû çand û civakên dinyayê de gotinên qalibgirtî yên bi vî teşeyî hene. Di çanda kurdan de jî di mijarên cur be cur de bi hezaran gotinên pêşiyan hene. Ev gotinên pêşiyan rewşa aborî, çandî, civakî û derûniya civaka kurdan jî destnîşan dikin. Hişmendiya zayenda civakî û weynên zayenda civakî jiyana rojane ya civakê ji her aliyî ve sererast dikin. Kar û pîşe li gorî weynên zayenda civakî di nav mêr û jinan de hatine dabeşkirin û wekî kevneşopiyan berdewam dike. Wekî her qada jiyanê, di gotinên pêşiyan yên kurdan de jî weynên zayenda civakî derdikevin pêşiya me. Di gelemperiya gotinên pêşiyan yên kurdan de zimanekî nêr serdest e. Îmaja jina baş û nebaş li gorî pederşahiyê hatiye şîrovekirin. Ev xebat, di çarçoveya zayenda civakî de li ser îmaja jina baş û nebaş di gotinên pêşiyan yên kurdan hûr dibe. Bi vê mebestê, bi hezaran gotinên pêşiyan yên kurdan ku di çavkaniyên cuda (nivîskî-devkî) de cih girtine hatine raçavkirin, gotinên pêşiyan ku di çarçoveya zayenda civakî û weynên zayenda civakî de hatine gotin hatine diyarkirin. Di encamê de hate dîtin ku jina ku li gorî daxwazên mêran û civakê tevdigere û bi weynên xwe yên zayenda civakî radibe li gorî civakê "jina baş" e; jina ku li gorî hest, bîr û baweriyên xwe serbixwe tevdigere û li dijî weynên zayenda civakî tevdigere li gorî civakê "jina nebaş" e.Keywords : Zayenda civakî, jin, Gotinên pêşiyan yên Kurdan, Îmaja jina baş, Îmaja jina nebaş