KESAYETA EDEBÎ YA İHSAN SUREYYA SIRMA
Authors : Nesim Sönmez
Pages : 24-43
Doi:10.26791/sarkiat.639603
View : 26 | Download : 7
Publication Date : 2020-04-30
Article Type : Research
Abstract :İhsan Sureyya Sırma, di sala 1944an da li Xesxêra Sêrtê hatîye dinyayê. Ew îlahîyatnas û seyyah e. Wi di jîyana xwe da gelek berhem nivîsandine. Mijara berhemên wî bi piranî li ser dîroka Îslamê ne û çend berhemên wî jî wek berhemên edebî têne qebûlkirin. Ew piştî ku li Parîsê doxtora xwe diqedîne vedigere welatê xwe di demeke kurt da li Tirkîyeyê û li dinyayê tê naskirin Gelek kes di bin tesîra kesayeta wî û berhemên wî da mane. Ew ne kesek edebîyatnas e lê wî du pirtûkên helbestan û sê pirtûkên wek edebî têne qebûlkirin nivîsandine. Her çiqas ew bi eslê xwe Kurd e û zimanê dayîka wî jî kurdî ye wî, berhemên xwe bi Tirkî nivîsandin e. Tenê berhema xwe ya bi nav ê "Sen Geldîn” xwe bi xwe wergerandîye zimanê dayîka xwe. Zimanê wî zimanek hêsan û herikbar e. Ew ne tenê zimanê Kurdî û Tirkî dizane, di gel van zimanan wek Erebî û Fransizî û gelek zimanên din jî dizane. Taybetîya wî ya herî muhîm ew e ku ew, him rojhilatanavîn nasdike him jî Avrûpayê. Di vê gotarê da jîyan û berhemên İhsan Sureyya Sırma yên edebî hatine nasandin û kesayeta wî ya edebî hatîye nirxandin.Keywords : İhsan Sureyya Sırma, Sen Geldin, Hâlnâme, Dağların Dili, Nehirlerin Dili.