- Şarkiyat
- Vol: 11 Issue: 2
- BÎBLIYOGRAFYAYA TEZÊN MASTERÊ YÊN BEŞÊN ZIMAN Û EDEBIYATA KURDÎ Û ZIMAN Û ÇANDA KURDÎ (2011-2018)...
BÎBLIYOGRAFYAYA TEZÊN MASTERÊ YÊN BEŞÊN ZIMAN Û EDEBIYATA KURDÎ Û ZIMAN Û ÇANDA KURDÎ (2011-2018)
Authors : Yakup Aykaç, Şerif Güzel, Sinan Çakar
Pages : 1007-1043
Doi:10.26791/sarkiat.581438
View : 11 | Download : 3
Publication Date : 2019-08-31
Article Type : Other
Abstract :Xebatên bîbliyografîk lêkolînên wisa ne ku xebatên di warekî de çêbûne bi awayekî sîstematîk berhev û dabeş dikin. Bi saya van xebatan karê lêkolîneran hêsantir dibe û zêdetir paşeroja xwe dibînin. Ev gotar jî xebateke bîbliyografîk e ku armanca vê gotarê nirxandineke giştî û dabeşkirineke kategorîk a tezên masterê yên beşên kurdî ye. Sînorên vê xebatê di navbera salên 2011 û 2018yan de tezên Ziman û Edebiyata Kurdî û Ziman û Çanda Kurdî yên li Tirkiyeyê ne. Ji ber ku di nav wan salan de li Tirkiyeyê hê tezên doktorayê kuta nebûbûn, lewma di vê xebatê de cih negirtine. Bi xêra vê bîbliyografyayê em ê pê bidine zanîn ku li ser kurdolojiyê bêtir li kîjan zanîngehê di kîjan mijar û biwaran de xebat çêbûne. Me di dawiya vê xebatê de hem li gor kategoriyan hem jî li gor rêzkirina alfabetîk a paşnav-navan lîsteya hemû tezan pêşkêş kir.Keywords : bîbliyografya, tezên masterê yên kurdolojiyê, ziman û edebiyata kurdî, ziman û çanda kurdî