EBÛBEKIR EFENDÎ XWOŞNAV (1814-1880): ‘ALIMEKÎ KURD LI EFRÎQAYA BAŞÛR
Authors : M. Zahir Ertekin, Bedrettin Başuğuy
Pages : 500-525
Doi:10.26791/sarkiat.513170
View : 7 | Download : 2
Publication Date : 2019-08-31
Article Type : Research
Abstract :Ebûbekir Efendî ‘ alimekî kurd ê sedsala XIXem e. Di dewra Sultanê Osmanî Ebdulezîz de (1830-1876) weke ‘alimekî mezin û murşîd ji bo misilmanên Afrîqaya Başur di sala 1862an de hatîye şandin. Di sala 1880an de li wê derê wefat dike. Di vê gotarê de em li ser jîyan, têkoşîn û xebatên Ebûbekir Efendî disekinin û bersiva van pirsan didin. Ji Şeqlewayê çima bi malbatî hatine Erziromê? Li Erziromê çi kar dikir in? Piştre çima diçe Stenbolê û çawa hatîye bijartin ji bo şandina Efrîkaya Başûr? Herwiha ev xebat cara yekem e ku li ser Ebûbekir Efendî, bi kurdîya kurmancî hatîye amadekirin. Bi tirkî gelek xebat li ser wî hatine kirin. Romanek hatîye nivîsîn, sempozyûmek hatîye lidarxistin. Mixabin ji ber koçberkirina Ebûbekir Efendî ya ji Şeqlawayê ber bi Erziromê ve, piranîya çavkanîyên tirkan wî wek tirk destnişan kirine. Ev gotar, bersiva vê çewtîyêye jî.Keywords : Ebûbekir Efendi, Xoşnav, Efrîqaya Başûr, Beyunuddîn, Stenbol, Şeqlawa