DUCEMSERIYA REALÎZMA SOSYALÎST DI ROMANÊN EREBÊ ŞEMO Û HECIYÊ CINDÎ DE
Authors : Zülküf Ergün
Pages : 644-661
Doi:10.26791/sarkiat.341439
View : 8 | Download : 2
Publication Date : 2017-11-30
Article Type : Research
Abstract :Realîzma sosyalîst navê polîtîkaya fermî ya edebiyata Sovyetê ye ku ji salên 1930î heta dawiya Sovyetê li seranserî vî welatî edebiyateke hevşêwe afirandiye. Edebiyata kurdî ya Sovyetê jî di vê maweyê de li ser vê bingehê û di bin karîgeriya vê rêbaza edebî de hatiye berhemanîn ku bi giştî xwe dispêre civaka kurdên êzîdî. Di vê gotarê de sê romanên Erebê Şemo û romana Hewarî yê ya Heciyê Cindî di vê çarçoveyê de tê nirxandin. Lewra Erebê Şemo û Heciyê Cindî wek du nivîskarên pêşeng ên vê edebiyatê di çarçoveya rêbaza ducemseriyê ya realîzma sosyalîst de romanên xwe dikin zemîna berawirdkirina feodalîzm û sosyalîzmê û piştgiriya bicihkirina bernameya damezirandinê ya sosyalîst dikin. Bi vê mebestê di romanên xwe de mijarên zordariya feodalîzmê û rizgarkeriya Şoreşa Bolşevîk, adetên xirab ên feodalîzmê û azadîxwaziya sosyalîzmê, nezaniya serdema feodal û ronakgeriya Sovyetê, paşdemayîna feodalîzmê û pêşketina aboriya sosyalîst berawird dikin û bi vê rêbaza xwe dibin nerîtdanerên edebiyateke yekdeng û yekreng di edebiyata kurdî ya Sovyetê de.Keywords : Edebiyata Kurdî ya Sovyetê, realîzma sosyalîst, ducemserî, Erebê Şemo, Heciyê Cindî