Ferîştenasî di Êzîdîtî û Yarsanîyê da
Authors : Heval Batu
Pages : 35-51
Doi:10.55253/2023.nubihar.1297080
View : 47 | Download : 36
Publication Date : 2023-06-30
Article Type : Research Article
Abstract :Armanca vê lêkolînê ew e ku di êzîdîtî û yarsanîyê da kûlta (cult) ferîşteyan bê analîzkirin û têgihiştina ferîştenasîya her du dînan li ber çavan bê raxistin. Ev lêkolîna ku ferîştenasîya êzîdîtî û yarsanîyê li gorî qewl û kelaman dinîrxîne, di heman demê da, hewl dide hizrekê pêşkêş bike ku tê da divê di her du dînan da heqq û heqîqet di entîteyeke du-rehendî da anku di ferîşte-mirovbûnê (angeophanique) da bê lêgerîn.Keywords : Êzîdî, Yarsan, Ferîştenasî, Dûnadûn, Kirasguhertin.