Kelamên Soranî di Metnên Yarsanî de: Mînaka Nêrgiz Xanim Şehrezorî
Authors : Sevda Orak Reşitoğlu
Pages : 131-146
Doi:10.55253/2022nubihar.1120270
View : 10 | Download : 4
Publication Date : 2022-06-30
Article Type : Research
Abstract :Dînê yarsanî yê ku wekî Ehlê Heq jî tê zanîn, bi baweriya xwe re girêdayî, xwedî edebiyateke pir kûr û xurt e. Ev edebiyata ku wek kelam tê binavkirin, bi awayekî helbestkî û devkî dest pê kiriye, bi vî awayî nifş bi nifş berdewam kiriye heta ku nivîsevanê Sultan Sehak, Pîr Mûsî ew kelam tomar kirine û nivîsîne. Van kelaman bingeha xwe li ser bîr û baweriya yarsanan ava kiriye, ji ber vê mirov dikare bi saya van bibe xwedî agahî derbarê dînê wan de. Mijara balkêş ev e ku yarsan ji aliyê jin û mêran ve wekhev têne dîtin û ji ber vê kelamên jinan jî pîroz in. Me di nav kelamên jinan de –yên ku bi piranî goranî ne- yên Nêrgiz Xanim Şehrezorî neqandin ku ev bi soranî hatine gotin. Ji ber ku destpêka edebiyata soranî wekî sedsala XIXmîn tê zanîn, kelamên soranî yên Nêrgiz Xanim nîşan didin ku beriya vê sedsalê jî edebiyata soranî hebû. Armanca vê xebatê ew e ku em van kelamên soranî pêşkêş bikin tevî şiroveyên wan.Keywords : Yarsan, Kelam, Edebiyata Devki