- Nubihar Akademi
- Vol: 5 Issue: 17
- Romaneke Bêhizûr: Di Peywenda Fîksıyonalîte û Dengê Vegêranê da Gramera Bêhizûr a Şener Özmen...
Romaneke Bêhizûr: Di Peywenda Fîksıyonalîte û Dengê Vegêranê da Gramera Bêhizûr a Şener Özmen
Authors : Güneş Kan
Pages : 37-54
Doi:10.55253/2022.nubihar.1116371
View : 13 | Download : 4
Publication Date : 2022-06-30
Article Type : Research
Abstract :Dahûrandina berhemên Şener Özmen ji aliyê naverokî û binyadî ve dijwar in. Di piraniya xebatên wî da hem ji hêla naverokî hem ji ya şêweyî ve cîhaneke absurd, kaotîk û qrîzwarî tê xuyakirin. Nivîskar vê taybetiya xebatên xwe, di navê romana xwe ya sêyem –Gramera Bêhizûr- da bi awayekî eşkere îlan dike û rê bi temamî li ber xwîner û rexnegiran digire ku xebatên wî wekî formên konvansiyonel nenirxînin. Di vê xebatê da li ser fîksiyona qrîzwarî ya romana Şener Özmen a bi navê Gramera Bêhizûr hatiye rawestan û hewil hatiye dayîn ku di peywenda têgih û teknîkên fîksiyonê yên wekî ‘berhema vekirî’, navdeqî, metafîksiyon û yek ji hêmanên sereke yên vêgêrannasiyê, dengê vegêranê da analîza wê bê kirin.Keywords : Fîksiyon, vegêran, dengê vegêranê, binyad, Gramera Bêhizûr.