Nasnameyên Edebîyata Kurdî ya Sovyetê
Authors : Zülküf Ergün
Pages : 11-35
Doi:10.55253/2022.nubihar.1104539
View : 15 | Download : 7
Publication Date : 2022-06-30
Article Type : Research
Abstract :Di serdema modern da di navbera nasname û edebîyatê da peywendîyên xurt çê dibin û gelek caran edebîyat wek qadeke avakirina nasnameyan tê dîtin û bikaranîn. Edebîyat û nasneme dîyardeyên dînamîk û guherbar in. Ev taybetmendî di edebîyat û nasnameya kurdên Sovyeta berê da jî tê dîtin. Ji bo vekolîna vê mijarê ev gotar li ser arasteyên nasnameyî yên edebîyata kurdên Sovyetê radiweste û di nav konteksteke sîyasî û civakî da behsa guherînên nasnameyî yên vê edebîyatê dike. Ji ber vê pêşî şopên nasnameya travmatîk a kurdên êzîdî vedikole ku wek komeke etno-dînî di nîvê duyem ê sedsala nozdehan û di destpêka sedsala bîstî da dikevin ber êrîşên Osmanîyan. Piştî vê cih dide awayê bicihbûna nasnameya Sovyetê di nav kurdên Sovyetê da û temsîla vê nasnameyê di edebîyata wan da berbiçav dike. Herî dawî jî behsa serîhildana nasnameya neteweyî dike û awayê sêwirîn û nîşandana vê nasnameyê di deqên edebî da berceste dike.Keywords : Nasname, Edebîyat, Kurdên Êzîdî, Netewetî, Sovyet