- Nubihar Akademi
- Vol: 4 Issue: 14
- Hilsengandinek Li Ser Pirtûkên Rêzimana Kurmancî Ji Aliyê Rêbazên Hînkirina Rêzimanê Ve
Hilsengandinek Li Ser Pirtûkên Rêzimana Kurmancî Ji Aliyê Rêbazên Hînkirina Rêzimanê Ve
Authors : Şehmus Kurt
Pages : 47-59
View : 11 | Download : 3
Publication Date : 2020-12-31
Article Type : Research
Abstract :Armanca vê vekolînê nirxandina pirtûkên rêzimana Kurdiya Kurmancî ye ji aliyê rêbazên sereke yên hînkirina rêzimanê ve. Ji bo vê armancê heft pirtûkên rêzimana Kurmancî yên ku li Tirkiyeyê hatine çapkirin hatine hilbijartin û nasandin. Piştî nasandina şeklî û naverokî ew pirtûk li gorî rêbazên hînkirina rêzimanê yên berbelav ve hatine nirxandin û berawirdkirin. Di encamê da derdikeve pêşiya me ku pirtûkên li ser rêzimana Kurmancî bi motivasyon û hewlên cuda ve hatine amadekirin. Herçend hinek ji wan pirtûkan bi armancên zimannasîyê hatibin amadekirin jî hinekên dîtir bi armanca hînkirina rêzimana Kurmancî bo kesên cuda hatine amadekirin. Lewma dîyar e pirtûkên ku bûne mijara lêkolîna me ji aliyê rêbazên hînkirina rêzimanê ve xwedan rêbazên jêk cuda ne.Keywords : Rêziman, Rêzimana Kurdî, Rêzimana Kurmancî, Hînkirina rêzimanê, Hilsengandin, Hilsengandina pirtûkan