Nêrînek Gelemperî li Edebiyata Kurdî ya Serdema Mîrektiya Hekariyê
Authors : Nevzat Eminoğlu
Pages : 81-94
View : 9 | Download : 3
Publication Date : 2020-06-30
Article Type : Research
Abstract :Erdnîgariya Hekariyê ji sedsalên qedîm vir de bûye warê jiyana mirovahiyê. Ev herêma han, bi rengîniya xwezaya xwe bala komên însanan kişandiye ser xwe û bûye dergûş ji şaristan, çand, nasname û baweriyên cuda cuda re. Meriv mîrasa çandî ya Hekariyê ya beriya Îslamê, bêtir li ser şop û neqşên keviran ên kela, mezel, dêr û dêrheyan dibîne. Heçî çand û edebiyata Hekariyê ya nivîskî ya kitêbî û edebî ku îro nimûneyên wê di dest me de ne, ev di serê destpêka serdema Îslamî de peyda dibe. Bingeha edebiyata nivîskî ya Kurdî ya li Hekariyê, bi medreseyên Kurdan ên ku li vê derê saz bûne, destpê dike. Bi avabûna Mîrektiya Hekariyê re çand û edebiyata Kurdî ya ku bingeha xwe ji medreseyan digre, pêş dikeve. Çand û edebiyata Kurdî di vê serdema destpêka Îslamê de li herêma Hekariyê û her wisa jî li cih û warên ku Kurd lê dijîn, di nav geşedan û berfirehiyekê de ne. Eserên edebiyata Kurdiya klasîk û xasma yên ku bi zaravayên Kurdiya Kurmancî hatine nivîsîn û hatine heta roja me ya îroyîn, bi piranî di dewra Mîrektiyan de peyda bûne. Di vê pêngava çand û edebiyata Kurdî de Mîrektiya Hekariyê roleke girîng bi cih aniye. Kesayetiyên edebî yên ji vê navendê yên wek Bateyî, Pertew, Xanî, Arwasî û hwd. bûne nûnerê edebiyata Kurdî ya vê herêmê. Her wisa jî bûne danerê kevneşopîyeke edebî. Ev xebat bi awayekî gelemperî lêkolîna rewşa edebiyata Kurdî ya dema Mîrektiya Hekariyê dike. Armanca me ew e ku em bingeh û çavkaniyên edebiyata Kurdî ya klasik ya li herêma mîrektiya Hekariyê destnîşan bikin. Her wiha edebiyata klasîk a vê herêmê û nûnerên wê binirxînin.Keywords : Mîrektiya Hekariyê, Medrese, Kurdî, Hekarî, Edebiyata Kurdî.