Vegêrana Kesê Duyem di Edebiyata Kurdî de
Authors : Ümran Altinkiliç
Pages : 55-70
View : 9 | Download : 3
Publication Date : 2019-12-01
Article Type : Research
Abstract :Vegêrana kesê duyem ew vegêran e ku vegêrek tê de ji bo amajekirina lehengekî çîrokê an ji bo muxetabekî grîmanekirî cînaveke xîtabkirinê an raweyeke hestbarî/mercî bi kar tîne. Vegêrana kesê duyem li gor modên din yên vegêranê ji bo vegêrannasan dereng bûye cihê pûtepêdanê. Lê piştî ku bûye jî, ji ber karîgeriyen xwe yên retorîk û gotarî, bûye cihêxebatên gelekî balkêş û berfireh û ji ber ku berevajî modên din ên vegêranê ew ne li ser tewereya vegêr, li ser tewereya bervegêr tê pênasekirin paradîgmayên berdest ên vegêrannasiyê problematîze kirine. Ev xebat sê roman û sê çîrokên kurdî yên bi vegêrana kesê duyem nivîsandî vedikole. Roman Segwer (Reyîn) a Mihemed Mukrî, Tu ya Mehmed Uzun û Maria melekek bû ya Firat Cewerî ne. Çîrok jî "Şîzofren” û "Navnîşaneke Nû” yên Ferhad Pîrbal û "Kî” ya Burhan Tek in. Ji bo famkirina vê moda vegêranê di berhemên kurdî de, hem ji çemkên vegêrannasiya binyatger û hem ji çemkên teoriya retorîk a vegêranê sûd hatiye wergirtin. Ev xebat pênaseya vegêrana kesê duyem nîqaş dike û paşxaneyeke teorîk pêşkêş dike; di ser berhemên kurdî re têkiliya vegêrana kesê duyem bi vegêrana kesê yekem û vegêrana kesê sêyem re vedikole; hewl dide sedema bikaranîna vê vegêranê fam bike û têkiliya wê ya bi derûna lehengan re rave bike; û li ser bikaranîna vegêrana kesê duyem a bi armancên azmûnî, postmodernîst hûr dibe.Keywords : Vegêrana Kesê Duyem, Edebiyata Kurdî, Mihemed Mukrî, Mehmet Uzun, Fırat Cewerî, Ferhad Pîrbal, Burhan Tek