- Nubihar Akademi
- Vol: 4 Issue: 11
- Têkalizbûna Ramanên Têgehiştinê di Helbesta (Mîrê Meclis) ya Ehmedê Xanî de
Têkalizbûna Ramanên Têgehiştinê di Helbesta (Mîrê Meclis) ya Ehmedê Xanî de
Authors : Ehmed Qereni
Pages : 69-91
View : 8 | Download : 5
Publication Date : 2019-12-30
Article Type : Research
Abstract :Puxte: Di derbirrînên rohin û zelal de têgehiştin dirist dibe , ku ew jî binemaya zimanê asayiye. Lê dema axaftin bi rewanbêjî dihêne derbirrîn , ew firemana dibin û di ramanên hemecor de dihêne ravekirin. Proseya têgehiştinê derbazî sinorê tînegehiştinê dibe. Ewê tênegehiştinê dû corên helçûnan lê derdiçin: helçûnên erênî , ku hevbendî bi hunerî ve heye û boçûnên ciyawaz dirist dibin. Helçûnên nerênî jî ku hevbendî bi qeyranên civakî ـ siyasî ve heye. Di herdû haletan de , tênegehiştin û xwetênegehandin û têknegehiştin dirstdibin. Di encam de reftareka neçaverêkirî jê dirst dibe û giftugoyên wan jî laseng dike. Bi teşenekirina ewê lasengiyê arîşe mezin dibin. Hestkirin bi hebûna her arîşeyekê , karekê statîkîye. Hizirkirin jibo vedîtina rêgeçareyên wê , boçûnên felsefî heldigirît. Her hewildanek jibo nehêlana wê têkalzbûnê jî kiryareka perwerdeyiye. Di evê vekolînê de , hewla selmandina ewê rastiyê hatiyedan , ku Xanî şiyaye di helbesta xwe ya bi navunîşanê (mîrê meclis) de , ewan her sê layenan lêkbideteve û nepeniyên ewê têkalizbûnê jî verevînteve.Keywords : Têgehiştin, Tênegehiştin, Xwetênegehandin, Têknegehiştin