Pseudonym in Classical Kurdish Literature
Authors : Abdurrahman Adak
Pages : 11-58
View : 15 | Download : 5
Publication Date : 2018-12-30
Article Type : Research
Abstract :Mexles, navê edebî ye ku di edebiyata klasîk a Îslamî de (edebiyatên Farisî, Tirkî, Kurdî û hwd.) ji aliyê helbestvanan ve di metnên edebî de hatiye bikaranîn. Bikaranîna mexlesê, di edebiyata Farisî de di sedsala XIIIem de û di edebiyatên Tirkî û Kurdî de jî di sedsala XVem de binecih bûye. Di edebiyata Kurdî ya klasîk de tradîsyona bikaranîna mexlesê heta bi roja me dewam kiriye. Di gotarê de pêşî li ser mahiyeta mexlesê û tarîxa wê hatiye rawestan. Piştre jî listeyeke nimûneyî ji bo mexlesên edebiyata Kurdî hatiye dayîn û di çarçoveya vê lîsteyê de hin taybetiyên mexlesên Kurdî hatine tesbîtkirin ku ew jî ev in: Şêweyên bikaranîna mexlesê, mexles ji aliyê morfolojîk ve, pêwendiya mexlesê bi kêşê re, orjîna mexlesan, mexles ji aliyê wateyê ve, pirmexlesî û hevpariya mexlesan.Keywords : mexles, tradîsyona mexlesê, pirmexlesî, hevpariya mexlesan