Sefheî Sibyan a Mela Mehmûdê Bazidî
Authors : Tahirhan Aydin
Pages : 103-128
View : 10 | Download : 4
Publication Date : 2018-12-30
Article Type : Research
Abstract :Ev berhema ku di vê xebatê de hatiye pêşkêşkirin, xuya ye ku ya Mele Mehmûdê Bazidî ye, bi navê "Sefheî Sebîyan” di nav koleksîyona Auguste Aleksandre Jaba de bi numareya Kurd06ê cih digire. Berhem, di teşeya elifba/alfabeyê de ye û ji bo hînkirina alfabeya Kurdî-Erebî hatiye amadekirin. Ji ber vê yekê, berhem bi wateya "rûpela/pirtûkçeya zarokan” wek "Sefheî Sebîyan” hatiye binavkirin. Zimanê destxetê yek ji zaravayên Kurdî, Kurmancî ye. Ev lêkolîn digel rewşa fîzîkî ya destxetê li ser nasname û naveroka wê rawestîyaye. Herweha, deqa destxetê digel tehqîqa wê hatiye pêşkêşkirin. Ev destxeta serbixwe ku ji alîyê Bazidî ve hatiye nivîsîn, di Akademîya Zanistan a Petersburgê ya Rusyayê de ye. Destxet 39 rûpel e û ji alîyê fîzîkî ve baş xuya dike. Herweha berhem ji bo hînkirina alfabeya Kurdî-Erebî, herekeyan/dengdêran, xwendina peyv û hevokan hatiye amadekirin.Keywords : Mela Mehmûdi Bazidî, Aleksandre Jaba, Koleksîyona Jaba, Alfabeya Kurdî-Erebî, hareke/dengdêr, xwendin, destxet, Sefhei Sebîyan