Li Gorî Pîvanên Cunningsworth Nirxandinek li Ser Hînkerê
Authors : Şehmuz Kurt
Pages : 66-77
View : 7 | Download : 4
Publication Date : 2017-01-01
Article Type : Research
Abstract :Di pêvajoya hînkirina zimanekî de gelek materyalên ji hev cuda tên bikaranîn. Ji wan materyalan û bi îhtimaleke mezin yên herî zêde têne bikar anîn, hînkerên zimanî ne. Ji ber ku di bazarê de ji yekê zêdetir hînkerên zimanî hene, êdî nirxandin û hilbijartina wan bûye diyardeyeke aşkere û li ser nirxandin û hilbijartina hînkeran lîteratureke têra xwe mezin û berfirah pêk hatiye. Ligel gelek zanyarên dî Jeremy Harmer, Alan Cunningsworth, Alan Tucker wek nûner û pêşengên qada nirxandin û hilbijartina hînkeran tên hesibandin. Di vê gotarê de me li gorî pîvanên Cunningsworth, seteke hînkirina Kurdiya Kurmancî ya bi navê Hînker nirxandineke rûxalî û hûrgilî pêk anî. Di encamê de me dît ku wek seta hînkirinê di naveroka zimanî, çar şiyanwerî û rola mamosteyan de kêmasiyên Hînkerê hene lê belê ji hinek aliyên wekî naveroka nezimanî û nirxên civakî û metodolojîyê de Hînker serkeftî ye.Keywords : Hînkirina Zimanî, Hînker, hînkerên zimanî, nirxandina hînkeran, Cunningsworth