Nationalistic Senses and Kurdish Politics in the Last Century
Authors : Necat Keskin
Pages : 43-64
View : 14 | Download : 5
Publication Date : 2017-01-01
Article Type : Research
Abstract :Peymana Sykes-Picot ya veşartî ku Frensî û Ingilîz li ser li hev hatibûn, û dûv re Rûs jî tevlî bûbûn bi awayekî li ser parvekirina xaka Rojhilata Navîn derketibû meydanê. Di vir de axa ku Kurd li ser dijîn jî mijara vê parvekirinê bû. Sedemeke ku çima Kurd ji bo mafê xwe şer nekirin zeîfbûna hestên netewî bû, ligel ku ya din jî tunebûna lihevkirinekê di nav rêberên wan de (emîr û paşa) bû, ku piştî şerê cîhanê yê yekemîn jî dewam kir û bû sedema lidervemayîna Kurdan di peymanên navnetewî de. Di encamê de, di nav çar "netewe-dewlet”an de çar civakên Kurdan peyda bûn. Netewebûn, berî her tiştî bi fikra ‘ax’ê ve girêdayî ye û kesên li ser vê axê dijîn her çiqasî hevdu nasnekin jî bi heman hestan nêzîkî hev dibin ku Benedict Anderson ji vê yekê re dibêje "cemaatên xeyalkirî”. Di vê gotarê de rewşa siyaseta Kurdan û "netewperwerî” ya wan, ligel berawerdkirina bi rewşa ku peymana Sykes-Picot derketiye, bi mînakên dawî wek "paşxistina kongreya netewî”, "azadkirina Şengalê”, û "şerê Kobanê” dê were niqaşkirin.Keywords : Sykes-Picot, Kurd, netewe, Kurdistan, Rojhilata Navîn