The War Against ISIL, Turkey and Future of Iraqi Kurdistan
Authors : Abdullah Kiran
Pages : 11-41
View : 9 | Download : 5
Publication Date : 2017-01-01
Article Type : Research
Abstract :Siyaseta Tirkiyê ya li hemberî herêma Kurdistana Iraqê di nav deh- panzdeh salên dawî de çend caran guherî. Hukûmeta AK Partiyê di sala 2007an de dev ji helwesta kevin a dewleta Tirkiyê berda û hêdî hêdî siyaseteke hê nerm û himêzkar şopand. Di çarçova siyaseta nû de, Tirkiyê di warî aborî û siyasî de têkiliyên gellek xurt bi hukûmeta Kurdistana Iraqê re danî. Di Îlona 2012an de Hukûmeta Kurdistanê bi awayekî fermî beşdarî Kongreya AK Partiyê bû. Di sala 2013an de, Serokwezîr Erdogan li Diyarbekir pêşwazî li Serokê Kurdistanê Mesut Barzanî kir û di heman salê de petrola Kurdistanê li ser Tirkiyê, gihîşt bazarên dinyayê. Tirkiye û desthilatiya Kurd ewqas nêzîkî hevdu bûn ku, vê têkilya wan a germ, desthilatiya navendî ya Iraqê û Amerîka xembar kir. Di Hezîrana 2017an de, gava ku gava ku desthilatiya Kurd biryara referandûma serxwebûnê stand, Tirkiye bi hişkî li hember derket û xwest ku referandûm ji bo çend salan bê bipaşxistin. Piştî ku referandûm di 25ê Îlonê de pêk hat, Tirkiye û Îranê sînorên xwe yê ezmanî li ber herêma Kurdistanê girtin. Di 16ê Razberê de hêzên Iraqê û Heşdî Şabî ketin Kerkûkê û bi ketina Kerkûkê re, serxwebûna aborî ya desthilatiya Kurd ket xeterê û Tirkiyê dest pê kir, cardin têkiliyên xwe yên bi hukûmeta navendî ya Iraqê re xurt kir. Bi vî awayî têkiliyên herdu aliyan ket serdemeke nû.Keywords : Tirkiye, Kurd, DAÎŞ, Iraq, Kurdistana Iraqê