Bîbliyografyayeke Weşanên bi Îngilîzî li ser Folklora Kurdan
Authors : Necat Keskin, Ramazan Pertev
Pages : 101-116
View : 14 | Download : 5
Publication Date : 2015-06-15
Article Type : Research
Abstract :Her xebateke akademîk ku îdîayeke wê ya reseniyê hebe, berî her tiştî divê ji xebatên di warê xwe de çê bûne agahdar be. Ji ber vê yekê jî bîbliyografya di pêvajoya lêkolînan de cihekî gelekî girîng digirin. Pirtûkxaneyên bi îhtîşam û mezin li ber lêkolîneran ‘biçûk’ dikin û bi vê yekê re jî bêtir wextê lêkolînê ji lêkolîneran re dihêlin. Ev yek ji bo her beşeke zanistê, herwiha ji bo xebatên folklorê û ji bo folklora Kurdan jî wiha ye. Ev xebat jî ku derbarê folklora Kurdan de weşanên bi zimanê Îngilîzî tomar dike, bi vê armancê hatiye amadekirin û wek her bîbliyografyayekê ji bo lêzêdekirinê vekiriye.Keywords : bîbliyografya, folklor, çand, Kurd, weşanên Îngilîzî