- Nubihar Akademi
- Vol: 1 Issue: 3
- Şêx Muhyedînê Hênî: Di Edebiyata Kurdî de Nûnerekî Girîng ê Temaya Xwarinê
Şêx Muhyedînê Hênî: Di Edebiyata Kurdî de Nûnerekî Girîng ê Temaya Xwarinê
Authors : Abdurrahman Adak
Pages : 11-52
View : 10 | Download : 2
Publication Date : 2015-06-15
Article Type : Research
Abstract :Şêx Muhyedînê Hênî (k.d.derdora 1897an) yek ji girîngtirîn helbestvanê klasîk ê serdema piştî mîrektiyan e. Paşxana wî ya edebî, wekî piraniya helbestvanên wê serdemê Xalidîtiya Neqşebendî ye. Lewra bavê wî bi xwe postnişînê şaxa Xalidiyan a Hênê bû. Şêx Muhyedîn ku mexlesên wî Sa’î û Heqî ne, hem li pey şopa Melayê Cizîrî helbestên klasîk nivîsîne, hem jî di mijara xwarinê de menzûmeyeke serbixwe nivîsiye. Di wê serdemê de li Hênê û Aqtepeyê di nivîsîna helbestên bi temaya xwarinê de bizaveke edebî derketiye meydanê. Bi qasî ku tê dîtin, di tarîxa edebiyata Kurdi de yegane helbestvanê klasîk ê ku di vî warî de berhemeke serbixwe nivîsiye Şêx Muhyedîn e. Ji ber ku di edebiyata Kurdî ya klasîk de di mijarên ladînî-beşerî de berhemên serbixwe kêm in, ev berhema nivîskar girîngiyeke taybet bi dest dixe. Berhema ku bi qasî 20 kom û 130 cureyên xwarinê di xwe de dihewîne, bi şêwazeke edebî xwarinên Kurdan ên serdema nivîskar, pênaseyên wan û menûya ser sifreyê radixe ber çavan. Berhem ji vî aliyî ve wekî berhemeke pêşserdemî dikare bê hesibandin.Keywords : Şêx Muhyedînê Hênî, Xalidîtî, simatiye