SÊ KLASÎKÊN ME YÊN NENAS: MELA HESEN Û QASIM Û MELA ŞEMS
Authors : Tahsin Ibrahim Doski
Pages : 161-174
View : 7 | Download : 3
Publication Date : 2022-11-30
Article Type : Other
Abstract :Ev xebat, li dor sê kilasîkên me yên nenas dizivrit û armanc jê ew e ku xwendevan bi van her sê şa'ran agehdar bit. Ew jî ev in: Mela Hesen û Qasim û Mela Şems. Dîroka wan her sêyan bo berî nîva yekê ji sedsala hîjdeh dizivri. Ji ber ku şi'rên wan di destnivîsekê da hatîne dîtin di nav kitêbxaneya Mela Xelîlê Sêrtî da hebûye û aşkera ye ku Mela Xelîl li nîva du yê ji sedsala hîjdeh û nîva yekê ji sedsala nozdeh jîyaye. Heta evro jî çu zanînên berfreh derbarey jîyan û serhatîya van her sê şa'rên me yên klasîk di destê me da nînin. Em nizanîn ew ji kîj deverê ne û bi durustî li çi dem jîyane. Belê şi'rên wan bi kirmancîyeka zelal in û mijarên wan xweş û aşkera ne û zimanê wan yê şi'rî, bi hêz e. Li ber çavan e ku ew hindek şa'rên jêhatî bûne.Keywords : kurdî, kürtçe, klasik, molla Hasan