LÎRÎKAY ŞA‘IRÊ GEWREYÊ KURD MEWLEWÎ (1806-1882) (Nirxandina Pirtûkan)
Authors : Hemin Omar AHMAD
Pages : 127-132
View : 10 | Download : 3
Publication Date : 2020-11-30
Article Type : Other
Abstract :Ev berhem di eslê xwe de têza doktora ye, bi zimanê Rûsî ji layê Enwer Qadir Mihemed ve li zanîngeha Rojhelatnasî ya Lenîngrad hatiye amadekirin. Şêwirmendiya vê berhemê zana û rojhelatnasa berniyas a Sovyetê, Nikolayevna Verejekina kiriye. Wek têz ev xebat di salên heştê da hatiye gengeşekirin û pişt ra weke pirtuk bi Kurdiya Soranî di sala 1990an li Swêd û di sala 2007an de li Silêmaniyê hatiye çapkirin. Mela 'Ebdurehîmê Mewlewî (1806-1882) yek ji helbestvanên herî berniyas, pirrberhemê edebiyata Goran e. Ew wek Seyîd 'Ebdurrehîmê Tawgozî hatiye nasîn û di nav xelkê de jî "Mewlewî” bûye. Wî bo xwe mexlasa "Me'dûm” bikaranîye. Her wek aşkera ye ku zimanê Mewlewî bi xwe Soranî bûye, lê wî helbestên xwe bi Goranî û Hewramî nivîsandine. Diyalêkta Goran jî ji sedsala çardan ta sedsala nozdan zimanê resmîyê mîrektîya Erdelan bûye û li hinek navçeyên Kurdistana Jêrîn jî wek zimanê edebiyatê belav bûye. Mixabin berawird bi lehceyên din ên kurdî, hêj bi başî dîroka edebiyata Goran nehatîye nivîsandin, hemî destxet û metnên wan nehatine lêkolîn û çapkirin. Di warê helbest, 'eqîde û zansitên olî de gelek berhemên Mewlewî hene. Ji bo yekem car helbestvan Keyfî; bê ku navê Mewlewî bîne, di rojnameya "Tercumana Heqîqet” de helbestekî Mewlewî diweşîne û ji bo zimanê Tirkî jî werdigerîne. Pişt ra li sala 1920ê miladî Emîn Feyzî Beg di pirtuka xwe a bi navê Encumenî Edîbanî Kurd de bal dikşîne ser Mewlewî, hinek helbestên wî diweşîne û behsa teknîka serwa ya helbestên wî dike û weke diyarîdeka hunerî ya helbestê ewrupayî behs dike ku haya Mewlewî jê nebûye û ew qafîye bi kar anîye.Keywords : Mewlewî, Lîrîka, Edebiyata Goran, Danasîn, Têza Doktora