KURD Dİ ÇARÇOVEYA TEFSÎRA AYETA ŞAZDEMÎN A SUREYÊ FETHÊ
Authors : Mustafa Öncü
Pages : 43-51
View : 12 | Download : 4
Publication Date : 2020-11-30
Article Type : Research
Abstract :Di derbarê Kurdan de çavkanîyên Erebî gelek girîng in. Ev çavkanî, bi xêra dînê Îslamê berfirehtir bûne. Dema ku mirov bixwaze li ser dîroka Kurdan lêkolînan bike, divê bi zimanê Erebî baş bizanibe da ku bigêhêje van çavkanîyan. Di çavkanîyên Erebî yên wek dîrok, erdnîgarî, tefsîr, hedîs, fıqh, eqîde, kelam, felsefe, helbest û edebiyatê de gelek agahî li ser Kurdan têne peydekirin. Çavkanîyên sereke bêguman Qur’an a Kerîm û tefsîrên wê ne. Di Qur’an a Kerîm de navên gelan pir cih nagre. Qur’an, bi piranî li ser prensîban radiweste. Hinek "mebadîê ‘umûmî” ango zagonên giştî datîne. Yek caran behsa gelan jî dike. Wekî Rum, Ereb, Benî Îsraîl hwd. Nêrîna Qur’anê nirîneke îmanî ye. Navê gelên wekî Kurd, Ereb, Tirk, Îngîlîz, Fars û hwd. di Qur’anê de cih negirtine. Lê belê piştî Hz. Pêxember (s.x.l) hinek tefsîr li ser Qur’anê hatin çêkirin. Di van tefsîran de hîn di dema Sehabî û Tabîîyan de hatîye gotin ku filan ayet îşareta filan milletî dike. Di filan ayetê de behsa filan qewmî û milletî tê kirin. Ji wê demê û heya îro di gelek tefsîran de navê Kurdan cih girtîye. Hinek mufessîran gotine ku "di filan ayetê de qala Kurdan tê kirin.”, "Filan ayet behsa Kurdan dike.”, "Ev ayeta Kurdan nîşan dide.” û hwd. Wek mînak ayeta şazdemîn a sûreya Fethê. Di hinek tefsîran de di çarçoveya vê ayete de qala Kurdan hatîye kirin û hatîye gotin ku di vê ayete de behsa qewmekî tê kirin û ew qewm Kurdin. Ev gotar li ser vê mijarê rawestîya ye.Keywords : Qur'ana Kerîm, Kurd, Kurdî, Tefsîr, Erebî