ERGATÎVÎ DI KURDIYA KURMANCÎ DE Û REWŞÊN AWARTE YÊN ERGATÎVIYA KURMANCÎ
Authors : Mehmet Yavaş, Hayreddin Kizil
Pages : 70-86
View : 10 | Download : 3
Publication Date : 2020-04-29
Article Type : Research
Abstract :Mijara vê xebatê ergatîviya kurdiya kurmancî û hin rewşên awarte yên ergatîviya vî zimanî ye. Ergatîvî diyardeyeke rêzimanî ye ku tevî ku di serê sedsala 20an de di qada zimannasiyê de cihê xwe girtiye hê jî tê nîqaşkirin. Li gorî Dîxon (1994) tenê bi qasî çarêka hemû zimanan avahiya ergatîvî dihundirînin. Lê li gorî Kareem (2016) di nav van zimanan de yek jî tune ye ku bi her alî û awayên xwe ve ergatîviyeke safî û xwerû bihundirîne. Lêbelê gişt di nav xwe de taybetiyên ergatîv û akûzatîv bi hev re dihewînîn û ergatîviya her yekê jî ji hev cûda ye. Herwiha digel ku biyaniyan, her wekî Bynon (1979), bi dehan salan berî rêzimannasên kurdan behsa ergatîviya kurmancî kirine jî têgiha ergatîv hema bêje nuh ketiye pirtûkên rêzimana kurdî. Her çiqas ev mijar di kurdiya nivîskî de rûniştibe jî, taybetmendî û rewşên awarte yên ergatîviya kurmancî hê jî bi temamî nehatîne zelalkirin û di nivîsên gelek kesan de, hin nivîskar û zimannas jî di nav de, şaşiyên ergatîviyê berbiçav in. Di vê gotarê de jî me hewl da ku em hin rewşên awarte yên ergatîviya kurmancî nîşanî xwîneran bidin.Keywords : Ergativ, Ergativi, Kurdi, Kurmanci, Dema Bori, Gerguhez