.TÊGEHA EŞQÊ DI ŞIÎRA MELAYÊ CIZÎRÎ DE
Authors : Dilêr Dawod Fetah
Pages : 146-163
View : 16 | Download : 5
Publication Date : 2018-12-10
Article Type : Research
Abstract :KURTE: Mijara Eşqê di helbesta klasîk ya kurdî de cihekî giring girtiye û bi taybetî di xezel û mesnewîyan de. Nexasim di dîwana Melayê Cizîrî de eşq û ciwanî jêdera hebûnê ye, ji ber ku sofiyan bi rêka Wehted Elwicûdê li mijara eşqê nihêriye û ew eşqa xwedê di her hebûnekê de dibînin. Ev xebat jî lêgerînek e bo çemka eşqê di şiîrên Melayê Cizîrî de û diyarkirina nêrîna wî ye derbarê eşqê de. Ev xebat du tewerên sereke bi xwe ve digire. Di tewerê yekê de têgeha eşqê hatiye zelalkirin û piştra behsa eşqê di meydana felsefî, sofîgerî û ayînî de hatiye kirin. Di tewerê duyem de eşq bi awayekî piraktîkî li ser binbeşên Eşqa Heqîqî, Xweda û Teceliya Zatê Xwe (Eşqa Taceliyê), Ûnsirê Pêncan, Eşqa Mecazî û Agirperestiyê di dîwana Cizîrî de hatiye kirin.Keywords : Eşq, ciwanî, Melayê Cizîrî, tesewif, felsefe, şiîr