BIKARANÎNA RENGDÊRÊN KURMANCÎ DI HELBESTÊN MELAYÊ CIZÎRÎ DE
Authors : Resul Geyik
Pages : 81-89
View : 15 | Download : 7
Publication Date : 2018-06-08
Article Type : Research
Abstract : Kurte Helbestên Melayê Cizîrî wekî tên zanîn him ji aliyê wateyê ve him jî ji aliyê bikaranîna zimên ve gelek bi hêz in. Loma armanca vê gotarê, nîşandayîna bikaranîna zimên e ku ev jî bi hilbijartina peyvên rengrdêran e. Rengdêr wekî tên zanîn maneya peyvan di pênasekirinê de bi awayekî zelal û bi bandoreke berfireh dide vegotin. Di analîza 75 heb helbestên di dîwanê de, tiştên girîng di warê rêziman, peyvsazî û wateyê de hatine nirxandin û nêrinek giştî hatîye bidestxistin û şîrovekirin. Ji bona piştrastkirina binbeşan, herî kêm 2 yan jî 3 mînak hatine hilbijartin û dayîn. Wekî encam, mirov dikare bi rehetî îddîa bike ku bikaranîna rengdêran bandora helbestan rengîntir kiriye û tahmek jêneger daye xwendevanên helbestan.Keywords : Melayê Cizîrî, helbest, rengdêr, wate, rêziman