The Analyse of the Particularities of Kurdish Bardic Art
Authors : Mustafa ASLAN
Pages : 39-66
View : 10 | Download : 5
Publication Date : 2022-06-30
Article Type : Research
Abstract :Kurte Li gor agahîyên li ber destan, bi kêmasî ji Homeros û virde kevneşopiya dengbêjîyê li cîhanê heye. Di dema Skenderê mezin de, li nav gelên îrlendî, keltîk, galîk û heta breton ango armorîk dengbêjî bi awayekî berbelav hebû. Di nav kurdan de jî ji mêj ve ev huner heye û dengbêjên kurd berhemên balkêş afirandine. Lê herçiqas derbarê jiyan û berhemên van dengbêjan de lêkolîn hatibin kirin jî, derbarê hunera hûnandina berheman û taybetmendiyên dengbêjîya kurdî de pir lêkolîn nehatine kirin. Ev jî diyar dike ku di vê qadê de, valahîyek heye. Di vê xebatê de bi mebesta ku balê bikşênin ser vê valahîyê, em li ser taybetmendiyên hunara dengbêjîya kurdî rawestiyan û bi rêya analîza çend mînakan me mijar nîqaş kir. Xebat ji du beşên sereke pêk tê. Di beşa yekem de em li ser kevneşopiya dengbêjîyê li cîhanî û li nav kurdan rawestiyan û me bi kurtasî behsa rewşa xebatên derbarê dengbêj û dengbêjîya kurdî kir. Herweha me hewl da destnîşan bikin ka di van xebatan de bi piranî li ser kîjan aliyên dengbêjîya kurdî hatiye rawestin. Di beşa duyem de hunera pesindarî û teswîrê di van berheman de hate analîzkirin. Di vê çarçovê de em li ser temayên wekî, trajedya, mêrxasî (cesaret), hêza leheng, şervanî, fedakarî, comerdî, namus û xweşikbûnê (qeşengîyê) rawestiyan û me ew nîqaş kirin. Bi rêya analîza van temayan me hewl da taybetmendiya hunera dengbêjên kurd derxin ber çavan.Keywords : Dengbêj, dengbêjî, huner, dîrok, leheng