- Anemon Muş Alparslan Üniversitesi Sosyal Bilimler Dergisi
- Cilt: 12 Sayı: 1 Güncel Sayı
- Ji Perspektîfa Teoriya Polîsîstemê Rol û Karîgeriya Wergêranê di Geşedana Edebiyata Kurdî da...
Ji Perspektîfa Teoriya Polîsîstemê Rol û Karîgeriya Wergêranê di Geşedana Edebiyata Kurdî da
Authors : Güneş Kan
Pages : 33-49
Doi:10.18506/anemon.1309174
View : 82 | Download : 59
Publication Date : 2024-04-30
Article Type : Research
Abstract :Teoriya polîsîstemê teoriyek e ku wergêranê di peywenda çandê da vedikole. Li gor teoriya polîsîstemê çand ji gelek sîsteman pêk hatiye. Edebiyat jî di nav wan sîsteman da sîstemeke pir-tebeqeyî (multi-layered), yanî polîsîstemek e ku ji gelek sîstemên edebî pêk hatiye. Wergêrana edebî yek ji wan sîsteman e ku polîsîstema edebiyatê ava dikin. Wergêrana edebî di înşa, şêwegirtin û geşedana polîsîstema edebiyatê da xwedî roleke diyarker e. Di vê gotarê da, di peywenda van agahiyan da me bala xwe da wergêrana kurdî ya edebî û rol û giringiya wergêranê di derçûn, şêwegirtin û geşedana edebiyata kurdî da. Vekolîn, bi wergêran û edebiyata kurdiya Bakur (kurmancî) hate bisînorkirin ku qonaxên edebiyata kurdî ya Sovyet, Hawar, Swêd û Bakur vedigire. Di encamê da hate dîtin ku ji destpêka edebiyata kurdî ya modern heta niha di şexsiyeta nivîskarên kurd ên sereke û pêşeng da wergêran bûye qadeke ceribîner bo wergirtina zimanê edebî, berfirehkirina sînor û derfetên kurdî, keşifkirina dewlemendî û potansiyela kurdî. Herweha wergêran bo wergêrên kurd bûye zemîneke tecrubekirin û pratîzekirina nivîsandinê, dergeheke derbasbûyînê ji wergêriyê ber bi berhemdayînê yan jî qadeke xurtkirina nivîskariyê. Ev jî destnîşan dike ku bi taybetî di peywenda zimanî û tecrubeya nivîskariyê da rol û karîgeriyeke erênî ya wergêranê çêbûye di geşedana edebiyata kurdî ya modern da.Keywords : Çoğuldizge Kuramı, Modern Kürtçe Edebiyat, Çeviri, Edebiyatın İnşası ve Gelişimi, Kuzey Kürtçe (Kurmanci)